Pirtûka Ez im Kurdistan

3D Icon

Pirtûk bi kurtî

Şayesandina pirtûkê

Di pirtûka “Ez im Kurdistan” da tu yê rûnî û li hin çîrok û kesayetîyan guhdarî bikî, belkî te tenê bi wan bihîstibe, yan wêneyên wan bi awayekê tesadufî li ber çavên te ketibin, bê ku tu çîrokên wan bizanî
Di pirtûka “Ez im Kurdistan” da tu yê nêzîkî gelek tiştan bibî, ji ber ku helwesta vê pirtûkê komkirina agahîyên tekûz û pêbawer li ser her çîrokekê ye,da ku xwedîyê çîrokê wê bi xwe vebêje, û tu yê gelek hûrgilîyên li ser kurdan nas bikî. Li dawîya her çîrokekê tu yê kodekî QR yê taybet bi dest bixî, ku te hîn û hîn ji çîrokê nêzîk bike, da ku tu serpêhatîyeke yekta, ya gelek tiştan komî hev dike, bijî.

Zimanê pirtûkê

Pirtûk bi zimanê erebî û kurdî hatiye nivîsandin. Nivîsa bi zimanê erebî li alîyê rastê xuya dike, û di heman demê da heman nivîs û naverok bi zimanê kurdî li alîyê çepê tê pêşkêşkirin. Pirtûk bi bikaranîna zimanekî zelal û hêsan navdar e, ev dihêle ku ew bibe alavek ji bo xwendevanê kurd yê nû zimanê xwe yê zikmakî bi rêyeke hêsan û sivik nas bike

Armanca pirtûkê

Pirtûk danasîna kurdan, dîroka wan, çîrokên xwegorîkirina wan, û êşên wan ji cîhan û nifşên îroyîn ra ji xwe ra weke armanc digire, li gel nemirkirina bîranîna lehengên, ku bi xwîna xwe rêya me rast kir.
Armanceke din belavkirina hişmendîya cîhanî, ji ber ku pirtûk digel xwendevanên ji çandên cihêreng diaxive, da kurdan û nasnameya wan a çandî û dîrokî bi wan bide nasîn.
Handana lêger û xwendinê, çunkî pirtûk xwendevanan ber bi lêger û ponijîna li ser dîroka kurdî va têvedide

Kalîteya pirtûkê

Pirtûk li ser pelikine reş û xwedî kalîteyeke bilind û nermik hatiye çapkirin, da xwendevan çêjeke xweş ji xwendin û destdanîna li ser pirtûkê bibîne
Bergê pirtûkê li ser kertonê hêzdarkirî hatiye çapkirin li gel zêdekirina qapekî parastinê li dijî rûşandinê.

Amar derbarê pirtûkê da

0
Hejmara rûpelan ya giştî
0
Hejmarên firotî
0
Sala derketina pirtûkê
0
Hejmara mêvanên malperê

Derbarê nivîskar da

Ciwan Osman

Di sala 2015an da, biryara reva ji şer da, û di gera li ewlehî û asoyine nû da li Danîmarkê serê xwe li penaberîyê xist, û li wir di navbera kar û xwendinê da diçû û dihat, heta ku bawernameya endazyarîya elektronîkê ji zanîngeha Aarhusê bi dest xist.

Ji nav xebatên wî yên wêjeyî, beşdarbûna wî di pirtûka ”Koçberên nûciwan, ên ku ji şer tenê û bê xwedî derketine” da cih girt. Ev pirtûk bi zimanê danîmarkî derket û zêdetirî ji deh hezar kopî jê hatine firotin.

Lê karê wî yê niha, ew weke endazyar di warê elektronîkê da dixebite, û ew nivîskar û sazkarê grafîk û çapê ye jî. Ji bilî hindê, di warên avakirina malperên elektronî da dixebite û meraqa wî digihîne heta bi pêşkêşvanîya semîneran ji bo temenên cihêreng li Danîmarkê.

Li kêlek van karan, wekî berpirsê dosyayên zarokên bêxwedî dixebite û alîkarîya wan di mijarên gihandina destê wan û xwedîyên wan bi hev va dike, û heta vê kêlîyê alîkarî da û destê zêdetir ji 70 malbatî ji welatên cihêreng li Danîmarkê gihandine hevdu.

Ev çend xêz bûn ji bo pênaseya nivîskar û ew hêvî dike ku ev pirtûk li gorî hêvî û mirazên we be.

Li gel silavên germ

Ciwan Osman

 
Scroll to Top