Pirtûka Kurdistan û Tu


Pirtûk bi kurtî
Şayesandina pirtûkê
Zimanê pirtûkê
Nivîs bi zimanê erebî li rexê rastê ye û heman nivîs û naverok bi zimanê kurdî li rexê çepê ye.
Armanca pirtûkê
Ji bilî wê, belavkirina zimanê kurdî bi awayekî hêsan û hebûna zimanên dîtir jî li rex wê ji bo sivikkirin, zelalkirin û wergerandina têgehên nedîyar.
Raserî van, gihandina zimanê kurdî bo gelek xanî û nivîsgehên cîhanî, ji bo parastina zimanê kurdî her û her xurttir bibe.
Kalîteya pirtûkê
Bergê pirtûkê li ser kertonê hêzdarkirî hatiye çapkirin li gel zêdekirina qapekî parastinê li dijî rûşandinê.
Pirtûk tevî sindoqeke taybet tê, da pirtûk tê da were danîn dema bidawîbûna xwendina wê, û ew jî xwedî qapekî parastinê ye li dijî rûşandinê.
Xwendevanan derbarê pirtûkê da çi gotiye?

Mem Arart
Hunermend û helbestvan
"Ez aşiqê xwendinê me, nexasim pirtûkên helbestî. Spas ji bo te ji ber ku te tiştekî yekta pêşkêşî pirtûkxaneya kurdî kir û ew zengîntir kir. Û ez bi te serbilind im."

Şivan Perwer
Hunermend
"Pirtûk bêhesab xweş e. Berdewam bike û niha ew dem e, da ku hûn rêya me temam bikin."

Hozan Dino
Hunermend
"Hêvîdar im, ku ne pirtûka te ya dawîn be, û ku tu bibî pêşrewekî qenc ji bo ciwanên kurd."

Sherif Omeri
Hunermend
"Pirtûkeke gelekî nirxdar e û bi awayekî pispor hatiye çapkirin û weşandin. Li ser vê rêyê berdewam bike."

Mehmet Atli
Hunermend
"Naveroka pirtûkê ya xweş çawa be, xwendina navê wê meraqa te dikişîne ku tu wê bixwînî."

Siyar u Dijwar
مغني
"Spas li ser pirtûka ku qala gelek alîyan kir, çi niştimanî bin û çi derbarê evîna du kesan da bin. Û spas careke din, çunkî giranî da zimanê kurdî."

Rewsan
Hunermend
"Waw, bi vî temenî û te ev pirtûk nivîsand?! Her bijî li ser vê afirîndêrîya te. Berdewam bike, çênabe tu rawestî."

Dilo Doxan
Hunermend
"Pirtûka “Kurdistan û tu” ne tenê pirtûkek e, lê belê ji vê yekê zêdetir e. Spas çunkî tu bi zimanê kurdî belav dikî û wî hêsan dikî."
Amar derbarê pirtûkê da
Derbarê nivîskar da

Ciwan Osman
Di sala 2015an da, biryara reva ji şer da, û di gera li ewlehî û asoyine nû da li Danîmarkê serê xwe li penaberîyê xist, û li wir di navbera kar û xwendinê da diçû û dihat, heta ku bawernameya endazyarîya elektronîkê ji zanîngeha Aarhusê bi dest xist.
Ji nav xebatên wî yên wêjeyî, beşdarbûna wî di pirtûka ”Koçberên nûciwan, ên ku ji şer tenê û bê xwedî derketine” da cih girt. Ev pirtûk bi zimanê danîmarkî derket û zêdetirî ji deh hezar kopî jê hatine firotin.
Lê karê wî yê niha, ew weke endazyar di warê elektronîkê da dixebite, û ew nivîskar û sazkarê grafîk û çapê ye jî. Ji bilî hindê, di warên avakirina malperên elektronî da dixebite û meraqa wî digihîne heta bi pêşkêşvanîya semîneran ji bo temenên cihêreng li Danîmarkê.
Li kêlek van karan, wekî berpirsê dosyayên zarokên bêxwedî dixebite û alîkarîya wan di mijarên gihandina destê wan û xwedîyên wan bi hev va dike, û heta vê kêlîyê alîkarî da û destê zêdetir ji 70 malbatî ji welatên cihêreng li Danîmarkê gihandine hevdu.
Ev çend xêz bûn ji bo pênaseya nivîskar û ew hêvî dike ku ev pirtûk li gorî hêvî û mirazên we be.
Li gel silavên germ
Ciwan Osman